Wikiversity

Girêdanan biguhêre
Êrîvan
Երևան Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bajar an bajarokê Ermenistanê, dabeşkirina îdarî ya asta yekem û bajarê mezin Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Երևան Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Êrîvan li ser nexşeyê
Map
Êrîvan li ser nexşeya Ermenistan nîşan dide
Êrîvan
Êrîvan
Koordînat: 40°11′Bk 44°31′Rh / 40.183°Bk 44.517°Rh / 40.183; 44.517
Dewlet Ermenistan
Paytexta
  • Ermenistan
  • Erivan Governorate
  • First Republic of Armenia
  • Armenian Oblast
  • Erivan Khanate
  • Erivansky Uyezd
  • Sharur-Daralayaz Uyezd Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê782 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DamezrînerArgishti I of Urartu Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarTigran Avinyan (2023–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî227 km2 (88 sq mi)
Bilindahî
987 m (3238 ft)
Nifûs
1.052.754 (2022) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demonîmrewanî, êrîvanî, yêrêvanî
Dem
Koda telefonê10 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.yerevan.am/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Êrîvan, Rewan[1] yan jî Yêrêvan (bi ermenî: Երևան an jî Երեւան, Yerevan) paytext û bajarê herî mezin ê Ermenistanê ye ku yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye ku bi berdewamî bûye niştecihê mirovan.[2] Erîvan li kêleka Çemê Hirazdanê hatiye avakirin û wekê bajarê sereke navenda îdarî, çandî û pîşesazî ya Ermenistanê ye. Bajêr ji sala 1918an vir paytexta çardem di dîroka Ermenistanê de ye û paytexta heftemîn e ku li Deşta Araratê hatiye avakirin. Bajar di heman demê de wekî navenda Diyanûsa Papa ya Araratê ye ku mezintirîn Dêra Ermenî û yek ji kevintirîn dêrên cîhanê ye.[3]

Dîroka Êrîvanê vedigere sedsala 8ê b.z. ku bi damezrandina Keleha Erebûnî ya di sala 782 ê b.z. de ji aliyê keyê Urartûyê Argişta Yekem ve li rojavaya Deşta Araratê hatiye avakirin. Keleha Erebûnî "wek navendek mezin a îdarî û dînî, bi tevahî wekê paytexta padîşah hatiye sêwirandin."[4] Di dawiya padîşahiya kevnar a Ermenistanê de, paytextên nû hatin damezrandin di wê demê de girîngiya Êrîvanê kêm dibe. Bajêr di bin desthilatdariya Îran û Rûsyayê de, ji sala 1736 heta 1828an navenda Xanetiya Erîvanê û ji sala 1850 heta sala 1917an jî bajêr wekê navenda parêzgeha Erîvanê ye. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Erîvan bûye paytexta Komara Yekemîn a Ermenîstanê ku bi hezaran kesên ku ji Nîjadkujiya Ermeniyan a li Împaratoriya Osmanî rizgar bibûn hatine herêmê.[5] Di sedsala 20an de dema ku Ermenistan beşek ji Yekîtiya Sovyetê bû, bajêr bi awayekî bi lez berfireh dibe. Di çend dehsalan de, Erîvan ji bajarekî parêzgehan di nav Împaratoriya Rûsî de dibe navenda sereke ya çandî, hunerî û pîşesazî ya Ermenistanê û di heman demê de bajêr bûye navenda hikumeta neteweyî.

Bi mezinbûna aboriya Ermenistanê re Êrîvan bi mezinbûna aboriya Ermenistanê re mezin dibe. Ji destpêka salên 2000an û vir ve gelek avahî li seranserê bajêr hatiye avakirin û firotgehên firotanê xwaringeh, dikan û qehwexaneyên kolanan zêde bûne. Di sala 2011an de nifûsa Êrîvanê 1.060.138 kes bû ku ji %35ê nifûsa Ermenistanê pêk aniye. Li gor daneyên fermî ya sala 2022an nifûsa bajêr ya niha 1.092.800 kes e.[6] Erîvan di sala 2012an de ji aliyê UNESCOyê ve wek Paytexta Pirtûkan a Cîhanê hatiye binavkirin. Bajêr endamê hevkarê Eurocitiesê ye.

Navdarên Bajêr

Dîmenên ji bajêr


Çavkanî

  1. ^ Rya Teze, 1:1955
  2. ^ Bournoutian, George A. (2003). A concise history of the Armenian people : (from ancient times to the present). Internet Archive. Costa Mesa, Calif. : Mazda Publishers. ISBN 978-1-56859-141-4.
  3. ^ "Պատմություն". web.archive.org. 16 çiriya pêşîn 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 çiriya pêşîn 2014. Roja gihiştinê 3 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ Cook, Stanley Arthur; Charlesworth, Martin Percival; Bury, John Bagnell; Bury, John Bernard (1924). The Cambridge Ancient History (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-22496-3.
  5. ^ Hovannisian, Richard G. (1971). The Republic of Armenia. Berkeley: University of California press. ISBN 978-0-520-01984-3.
  6. ^ "United Nations News Centre - Yerevan named World Book Capital 2012 by UN cultural agency". web.archive.org. 6 sibat 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 sibat 2017. Roja gihiştinê 3 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve