LIMSwiki
Benito Mussolini | |
---|---|
Jidayikbûn | 29 tîrmeh 1883 |
Mirin | 28 nîsan 1945 Giulino |
Sedema mirinê | Kuştina bi çeka agirberdanê (Mêrkujî) |
Cihê goristanê | Mussolini Family Crypt, major cemetery of Milan |
Hevwelatî | Îtalî |
Perwerde | |
Pîşe | |
Meqam |
|
Partiya Siyasî | |
Hevjîn | |
Partner | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Xizm | |
Xelat | |
- Wîkîdaneyê biguhêre |
Benito Amilcare Andrea Mussolini (jdb. 29ê tîrmehê 1883 li Dovia di Predappio nêzîkî Forlì li parêzgeha Emilia-Romagna; m. 28ê nîsanê 1945 li Giulino di Mezzegra nêzîkî Dongo ber Gola Comer) avakerê îdeologiya faşîzmê û serokê desthilatiya faşîst di salên 1922 heya 1943 li Îtalya.
Di sala 1901´î de di nava resfên Partiya Sosyalîst a Îtalya de dest bi polîtîkayê dike. Herwekî gerînendetiya giştî ya rojnameya Avantî dike. Mussolini wekî çepgîriya li Tirkiyê hêdî hêdî rûyê xwe yî nîjadperest nîşan dide û li polîtîkayên nîjadperest digere. Xwe bi navê Dûçe (rêber) binavdike û komîteyên faşîst dadimezirîne.
Piştî amadekariyan di sala 1922´î de bi tevî 26.000 faşîstan meşeke dirêj berî bi Roma saz dikin. Li ser vê rûdanê keyser Viktor Emanuel III. wî wekî serokwezîr destnîşan dike. Herçendî ev biryar rastî rexneyên tûj were jî, hêza Mussolini roj bi roj li seranserê Îtalya xurt dibe û kes êdî newêrê li dijî faşîstan derbikeve.
Bi navê Antîkomîntern-Pakt bi Japan û Almanyayê re paktek lidardixin. Tevlî Şerê Cîhanî yê Duyem dibe. Bi milyonan mirovan li Spanya, Îtalya, Yewnanistan, Albanya hwd. dikujin. Dawiyê de faşîzm jî wekî Nasyonalsosyalîzm têk diçe.
Mussolini bi tevî jina xwe Clara Petacci ji aliyê partîzanên komûnîst ên Îtalya ve dîl tên girtin û bi cezayê mirinê tên tewanbarkirin.