Type a search term to find related articles by LIMS subject matter experts gathered from the most trusted and dynamic collaboration tools in the laboratory informatics industry.
Riyad
| |
---|---|
| |
الرياض | |
Riyad li ser nexşeyê | |
Koordînat: 24°39′0″Bk 46°42′36″Rh / 24.65000°Bk 46.71000°Rh | |
Dewlet | Erebistana Siûdî |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | Sedsala 18an |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1798 km2 (694 sq mi) |
Bilindahî | 612 m (2008 ft) |
Nifûs | 7.009.100 (2022) |
Dem | |
Malper | riyadh |
- Wîkîdaneyê biguhêre |
Riyad (bi erebî: الرياض, lat. er-Riyadh), paytext û bajarê herî mezin ê Erebistana Siûdî ye ku bajêr navenda parêzgeha Riyadê û navenda rêveberiya parêzgeha Riyadê ye.[1] Riyad bajarê herî mezin li Nîvgirava Erebî ye û bajêr li navenda çola Nafûdê, li rojhilata deşta Necdê hatiye avakirin. Bajar bi navînî 600 mêtre li ser asta deryayê bilind e[2] û her sal pêşwaziya dora pênc milyon geştyaran dike ku bi vê awayê bajêr bûye 49em bajarê herî seredankirî ya li cîhanê û 6em bajarê seredankirî ya li Rojhilata Navîn e. Li gorî daneyên sala 2022an nifûsa bajêr heft milyon kes e ku Riyad bajarê herî qerebalix ê Erebistana Siûdî ye 3yem bajarê herî qerebalix li Rojhilata Navîn û 38em bajarê herî qerebalix ê li Asyayê ye.[3]
Yekem behsa bajêr bi navê Riyad di sala 1590an de ji hêla kronîknivîsekî kevnar a ereb ve hatiye kirin.[4] Di sala 1737an de Deham îbn Dewas ku li gundê Manfuhayeyê jiyan dikir (niha taxek dîrokî ya Riyadê ye) li bajêr bi cih bû û bajar xiste bin kontrola xwe. Deham li dora bajêr dîwarek çêkir û çavkaniya herî naskirî ya navê Riyadê ji vê serdemê ye.[5] Berî dîwarê ku ji hêla Îbn Dewas ve hatiye çêkirin, tê texmînkirin ku behsa bajarên berê yên oazê dike. Di sala 1744an de Mihemed îbn Ebdulwehab bi Emirê Diriyê Mihemed bîn Siûd re tifaqek çêkir û Riyad ji destê Dehamê stand. Lêbelê dewleta wan, ku niha wekî Dewleta Yekem a Siûdî tê zanîn, di sala 1818an de hilweşiya. Turkî îbn Abdullah di destpêka sedsala 19an de Dewleta Siûdî ya Duyem ava kir û di sala 1825an de Riyad wekê paytexta xwe ragihand lêbelê desthilatdariya wî ya li ser bajêr ji hêla hevpeymanek hevpar a Osmanî-Raşîdî ve hate asteng kirin. Di dawiyê de, di destpêka sedsala 20an de, Ebdulezîz îbn Saûd ku li rojava bi tenê wekî Îbn Saûd dihate zanîn, di sala 1902an de padişahiya bav û kalên xwe Necd vegerand û di sala 1926an de bi fetha Siûdî ya dawî ya Hecazê, hikumdariya xwe bihêz kir û Keyaniya Erebistana Siûdî di îlona sala 1932an de bi paytextiya bajarê Riyadê re ragihandiye.[6][7]
Riyad bajarê navenda siyasî û îdarî ya Erebistana Siûdî ye. Meclisa Şêwirmendiyê (ku bi navê Şûra yan jî wek Konseya Şûrayê jî tê zanîn), Meclisa Wezîran, Qiralê Erebistana Siûdî û Meclisa Dadwerî ya Bilind hemi li bajêr cih digirin. Li gel van çar dezgehên ku bingeha sîstema yasayî ya Erebistana Siûdî pêk tînin, navenda saziyên din ên mezin û biçûk ên hikûmetê jî li Riyadê ne.[8] Bajar malavaniya 114 balyozxaneyên biyanî dike ku piraniya wan li taxa dîplomatîk a li rojavayê bajêr in.
Riyad di heman demê de xwedî girîngiyeke aborî ya mezin e ji ber ku ew malavaniya baregehên gelek bank û pargîdaniyên mezin, wek Banka Neteweyî ya Erebistana Siûdî (SNB), Banka Al-Rajhi, SABIC, Almarai, STC û Samba Financial Group dike. Rêya 65em ku li herêmê wekî Rêya Qiral Fahd tê zanîn, di nav hinek ji van navendên girîng ên di nav bajêr re derbas dibe, di nav de Navçeya Darayî ya qiral Abdullah ku yek ji mezintirîn navçeyên darayî yên cîhanê û Navenda Feyseliye û navenda qiraliyetê ye. Riyad weke bajarekî cîhanî hatiye destnîşankirin.[çavkanî hewce ye]