Type a search term to find related articles by LIMS subject matter experts gathered from the most trusted and dynamic collaboration tools in the laboratory informatics industry.
Muhafizekarî yan kevneperestî felsefeyek siyasî û civakî ye ku piştevaniya saziyên kevneşopiyê yên civakî dike. Rêgezên navendî yên muhafizekariyê bi nirxên kevneşopiyê yan edetên çand û şaristaniyê yên civakekê girêdayî ne.
Komeke siyasetên ku wek muhafizekarê bê hesibandin tune ye, ji ber ku wateya muhafizekariyê bi urf û edetên cih û demê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê muhafezekarên cihên cuda yên cîhanê, her yek piştgiriya kevneşopiyên xwe dike, dibe ku li ser gelek mijaran li hev neyên.[1]