Knowledge Base Wiki

Search for LIMS content across all our Wiki Knowledge Bases.

Type a search term to find related articles by LIMS subject matter experts gathered from the most trusted and dynamic collaboration tools in the laboratory informatics industry.

Keftar
Temporal range: 26–0 Ma
Miyosînê zû - dema niha
Cureyên keftaran gor mezinahiya wan: Keftarê deqdeqî, keftarê qehweyî, keftarê xêzxêzok û gurê erdê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Mammalia
Kom: Carnivora
Binekom: Feliformia
Famîle: Hyaenidae
Gray, 1821
Cinsên Keftaran
Hevwate
  • Protelidae Flower, 1869

Keftar, kemtiyar, eftar, heftar an jî heftiyar (Hyaenidae), famîleyekî guhandarên goştxweran. Li Kurdistanê li deşt û çiyayên nizim dijîn; li çolên Erebistan, Afrîka û Asyayê jî têne dîtin. Di qulên kûr, nev keviran û bin keviran dijîn.

Fîziyolojiya keftaran

Tevî ku keftar ji aliyê fîziyolojiyê ve çend rûdemin ku mîna famîleya kuçikan wek gur, kûçik, rûvî, hwd., xuya dikin, lê famîleyeke serbixwe çêdikin: ji famîleya Herpestidae wek banbankeyê nêzîktir in.

Keftar xwedî lem û diranên tewr û tûj e, di şaneşîna ajalan de ku dikare goşt biçirîne. Keftar li gorî dîtina zanistan, weke Meymûnan di nev caneweran ji aliyê awayê nêçîrkirina xwe ve gelekî jîr e.

Di hinek deveran mîna Bagok û Behdînan jêra heftar an heftiyar tête gotin. Çîroka navê wî jî eve ku heft nikarin wî.

Keftarên Kurdistanê

Keftarê xêzxêzok (keftarê xêzokî, keftarê bi xêz) ku li Kurdistanê têta dîtin wek kûçikekî mezin e. Milên wî bilindtir in û ji ber wê yekê xwar û maro digere.

Tenê digere, rev çê nake û şevger e. Keftar pêz nakuje, kelaxxur e û gelek caran li cihên çepal xwarina xwe peyda dike. Ev keftar di 2016an li gundê Dêrika MiqûrêFarqînê hatibû dîtin.[çavkanî hewce ye]

Cureyên keftaran

Pêşangeh

Çavkanî

Girêdanên derve

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Keftar de hene

Wîkîferheng Wîkîferheng: keftar – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir