Type a search term to find related articles by LIMS subject matter experts gathered from the most trusted and dynamic collaboration tools in the laboratory informatics industry.
Frekans an jî hejmara lerzê di nava demekî de bûyerekî çend car hatiye wekilandin pîvandina wê ye, bi îfadeya matematîkî vajiyê periyodê yê li gorî carkirinê ye.
Ji bo pîvandina frekansa bûyerekî, di nava demekî de ev bûyer çend car wekiliyaye tê hejmartin û paşî jî ev hejmar ji dûrînga demê re tê parkirin û ev encam ji me re nirxa frekansê dide.
Frekans di sîstema navneteweyî ya yekeyan(SI) de bi Hertz(Hz) ve tê nîşandan.Wateya hertzekê, bûyerekî ku di nav saniyeyek de carek wekiliyaye ye. Yanê frekanseke 60 hertzî tê wateya ku ev bûyer di saniyeyek de 60 car tekrar bûye.
Frekansa pêlekê, bi dirêjiya pêlê re tekildar e. Encama lêkdana frekans û dirêjiya pêlê, leza pêlê ye.
Di vê îfadeyê de lez e û λ(lamda) jî dirêjiya pêlê ye.
Pêlekê ji hawirekî derbasê hawirekî din bike frekansa wê naguherê. Bi tenê lez û dirêjiya pêla wê diguherê. Ji bilî Bandora Doppler frekans tu car naguherê.
Cure | Sembol | Hejmara lerzê (navber) | Dirêjiya pêlê |
Extremely low frequency | ELF | 3 Hz-30 Hz | 10,000 km-100,000 km |
Super low frequency | SLF | 30 Hz-300 Hz | 1,000 km-10,000 km |
Ultra low frequency | ULF | 300 hz-3 Khz | 100 km-1000 km |
Very low frequency | VLF | 3 Khz-30 Khz | 10 km-100 km |
Low frequency | LF | 30 Khz-300 Khz | 1 km-10 km |
Medium frequency | MF | 300 Khz-3 Mhz | 100 m-1 km |
High frequency | HF | 3 Mhz-30 Mhz | 10 m-100 m |
Very high frequency | VHF | 30 Mhz-300 Mhz | 1 m-10 m |
Ultra high frequency | UHF | 300 Mhz-3 Ghz | 10 cm-100 cm |
Super high frequency | SHF | 3 Ghz-30 Ghz | 1 cm-10 cm |
Extremely high frequency | EHF | 30 Ghz-300 Ghz | 1 mm-10 mm |