Dîroka sumeran, dîrokekî mirovahiyê ye ku di hezarsala 5 û 3ê
b.z. de li Başûrê Mezopotamyayê qewimiye û serdemên
Ubeîd û
Urûkê ya
pêşdîrokî vedigire. Şaristaniya sumeriyan, şaristaniya herî kevn ê herêmê ye ku bi hilweşîna Xanedaniya Sêyemîn a Ûrê re li dora sala 2004ê
b.z. de bi dawî bûye. Piştî heyama sumeriyan, heyamek veguhêz a dewletên Amorî yên beriya geşedaniya
Babîlê, di sedsala 18an
b.z. de derketine holê. Li Başûrê Mezopotamyayê rûniştgeha herî kevn a naskirî Tell el-'Oueili ye. Sumeriyan îdia kirine ku şaristaniya wan ji aliyê xwedawendê wan
Ea yan jî şêwirmendê wî (an Abgallu ji ab=av, gal=mezin, lu=mirov)
Adapa U-an (Oannes a Berossus) ve hatiye avakirin. Kesên pêşî yên li
Erîdûyê çanda Samarrayê ji Bakurê Mezopotamyayê bi xwe re anîne û bi serdema Ûbeîd re têne naskirin lê nayê zanîn ka ev
Sumerî ne (paşê bi serdema
Urûkê ve hatine girêdan) yan na.
(zêdetir...)