Type a search term to find related articles by LIMS subject matter experts gathered from the most trusted and dynamic collaboration tools in the laboratory informatics industry.
Bjørnstjerne Bjørnson | |
---|---|
Jidayikbûn | 8ê çiriya pêşîn 1832 |
Mirin | 26ê nîsanê 1910 Parîs, Fransa |
Hevwelatî | Norwêcî |
Pîşe | Nivîskar |
Xelat | Xelata Nobelê ya Wêjeyê (1903) |
Bjørnstjerne Martinius Bjørnson (jdb. 8ê çiriya pêşîn 1832 li Kvikne (Tynset), Hedmark, Norwêc - m. 26ê nîsanê 1910 li Parîsê) ramyar û helbestvanekî navdar ê norwêcî bû. Herwekî nivîskarê sirûda neteweyî ya Norwêcê û xelatwergirê Nobelê, beşa wêjeyê bû. Sala 1903î de xelata Nobelê werdigire.
Xwandina dibistana amadeyî li Osloyê bidawî dike û dest bi karê rojnamegeriyê dike. Henrik Ibsen nasdike û ew bandora xwe lê dike. Navbera salên 1857 û 1859an de gerînendetiya şanoya Bergenê dike. Li Almanya û Îtalyayê dijî û dixebite. Salên 1881-1882ê li DYAyê û ji 1882 heya 1887an jî li Parîsê dijî. Cih û civatên ew lê dima, bandora kultur û neteweparêziya norwêcî lê dima. Ew sala 1903î de dibe yekemîn kesê skandînavî yê Nobelwergir.