Type a search term to find related articles by LIMS subject matter experts gathered from the most trusted and dynamic collaboration tools in the laboratory informatics industry.
Şerê Cîhanî yê Yekem | |
---|---|
![]() | |
![]() | |
Dema destpêkirinê | |
Dema bidawîbûnê | |
Beşdar |
|
Hejmara miriyan | |
Pêk tê ji |
|
| |
- Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Şerê Cîhanê yê Yekem[1] pevçûneke çekdarane ya mezin bû ku piraniya welatên Ewropayê û cîhanê tê de pişikdar bûn. Ew şer ji sala 1914an heta 1918an berdewam bû. Pevçûn di çiriya paşîn a 1918an de bi dawî bûn, lê şer li Xêveya 1919an bi Peymana Versayê bi awayekî fermî bi dawî bû. Di vî şerî de bi milyonan mirov hatin kuştin û ruxsara siyasî ya cîhana nûdem hat guhertin.
Şer di navbera hêzên hevalbend (Fransa, Brîtanya, Rûsya, DYA û paştir Îtalya) û Hêzên Navend (Împeratoriya Almanyayê, Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê, Bulgaristan û Împeratoriya Osmanî) ve pêk hat. Serkeftiyên şerî welatên hevalbend bûn, lê jihevnegirtinên piştî dawîbûna şerî, nemaze nerazîbûna Almanyayê li ser hindek bendên Peymana Versayê, rê li himberî hilbûna agirê Şerê cîhanî yê duyem xweş kir.