Type a search term to find related articles by LIMS subject matter experts gathered from the most trusted and dynamic collaboration tools in the laboratory informatics industry.
Cins, celeb (herwiha bi latînî: genus) di birêkûpêkiya yan sîstematîka riwek û ajalan de navê hiyerarşiyekê ye. Cins di nava xwe de cureyan dihewînin. Ji cinsê mezintir famîle ye. Herî kêm du cins dibin famîleyek.
Binavkirin ji Carl von Linné tê ku sala 1753'ê de di Species Plantarum de bo riwekan bikaranîye. Di dehem çapa Systema Naturaeyê de (sala 1758), ev binavkirin herwiha bo ajalan jî hatiye bikaranîn.
Heger cins ji gelek cureyan pêk tê û di nava cureyên wê hin cudatî hene, di nava xwe de hiyerarşiyeke nû dertîne:
Mixabin li ser floraya Kurdistanê xebatên zanistî nîn an kêm in. Di bikaranîna rêmanan de carnan tevlîhevî derdikevin.